Di nav 6 mehan de herî kêm 400 revandiyên êzîdî hatine rizgarkirin

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî ragihand, ji destpêka îsal ve heta niha herî kêm 400 revandiyên êzîdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî Husên Qaidî ji BasNewsê re got, di heyama 6 mehên borî de me karî herî kêm 400 revandiyên êzîdî ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bikin.

Husên Qaidî her wiha got, em li ser rizgarkirina revandiyan berdewam in û emê tevahiya revandiyan rizgar bikin. Lê mixabin heta niha ne hikûmeta Iraqê ne jî Amerîka, Ewropa û NY alîkariya me nekirine. Me gelek caran daxwaz ji Bexdayê jî kiriye lê qet guh nedane daxwaziyên me.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî anî ziman, bila malbat û mirovên revandiyan piştrast bin ku dê hemû bên rizgarkirin û got, bo rizgarkirina revandiyan çi ji destê me were emê bikin.

Husên Qaidî bi tundî rexne li hikûmeta Iraqê jî girt û got, belkî di hizra Ebadî de Iraq ji destê DAIŞê hatibe rizgarkirin lê bo kurdên êzîdî wisa nîne ji ber ku heta niha jî gelek kesên êzîdî di destê DAIŞê de ne.

BasNews