top of page

Hêvîdar im çareseriyeke nû ji pirsa Kurd re li Tirkiyê were dîtin

Serok Mesûd Barzanî serkeftina proseya hilbijartinên Tirkiyê pîroz kir û ragihand, Hêvîdar im encamên hilbijartinan rê li ber dîtina çareseriyeke nû ji pirsa Kurd li Tirkiyê xweş bike.

Serok Barzanî li hejmara xwe ya taybet li tûra civakî “Twitter” nivîsî: “Em kêfxweş in ku hilbijartinên Tirkiyê bi demokratîk û aştiyane birêve çûn. Hêvîdar im encamên hilbijartinan rê li ber dîtina çareseriyeke nû ji pirsa Kurd re li Tirkiyê xweş bike û bibe sedema anîna aramî û aştiyê li navçê.”

bottom of page