top of page

Almanyayê bangî Erdogan kir: Rewşa Awarte rakin

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas li Luksemburgê di axaftina xwe ya civîneke Yekîtiya Ewropayê de ji bo rakirina Rewşa Awarte bangî Serokomar Erdogan kir û got: "Di dema herî mimikin de rakin." Li Tirkiyeyê piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an ve Rewşa Awarte tê sepandin.

Heiko Maas di berdewamiya axaftina xwe de got: "Gaveke wiha ya Erdogan ji xeyrî pêşveçûna têkiliyên Tikriye-Almanya dê bibe sedema pêşxistina têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê jî."

Wezîrê alman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev gaveke pêş e, lê gelekî girîng e."

bottom of page