Îranê derwêşê kurd ê 50 salî bi navê Jawer Mohammed Salas li Girtîgeha Navendî ya Kerecê îdam kir.

Rêxistina Mafê Mirov a Însanî (Hengaw) di nûçeya xwe de ragihand ku rejima Îranê duhî derwêşe kurd ê 50 salî Jawer Mohammed Salas li Girtîgeha Navendî ya Kerecê îdam kir. Di destpêka sersalê de dervêşên Gunabadî li Tehranê protstoyek li dar xistibûn û di encama çalekiyeke wesayît ajotina ser polîsan de 3 kes hatibûn kuştin. Di protestoyan de bi tevahî 5 hêzên ewlehî canê xwe ji dest dabûn.

Protestoyên Gunabadî ji ber biryara binçeavkirina hinek endamên wan hatibûn destpêkirin.

Li gor Hengawê, derheqê derwêşê kurd Jawer Mohammed Salas delîlên berbiçav tunebûn jî, Îranê biryara îdamê li Salas birî. Li gor agahiyan derheqê bêgunehiya wî de digel bi dehan belge jî hebûn dîsa rejima Îranê Salasê ku ji eyaleta Loristanê bû îdam kir.