Ma Ji Şeliman Peqlawe Çêdibe?
Di civak, siyaset, zanist û xwezayê de hinek tişt ji hinek tiştan çêdibin. Ev çêbûn di eslê xwe de pevajoyeke xwezayî û civakî ye. Hinek kes bixwazin nexwazin jî, di vê pêvajoyê de, çêbûn realize dibe. Hemû beş, kereste, pîvan û avaniya vê çebûnê gelekî eşkere derdikeve pêşiya mirovan. Pişti gelek tecrûbe, ked, xebat, zanebûn mirov dizanin ku çi ji çi çêdibe. Ev çebûn di kîjan konaxan re derbas dibe, çawa tê parzûnandin, formasyona xwe çawa digire, hemû pevajo gav bi gav tê zanin. Çavderiya vê pêvajoyê bi metodên zanistî, bi zanebûnek teorîk, bi jêhatîbûneke pratik û bi sebreke mezin hatiyê hûnandin. Ev pêvajo avaniya xwe li ser zanista civak û xwezayê ava dike…
Belê, ji bona mînak em bibêjin; ji tirî doşav (dims), şerab, bastêk, mewij, benî çêdibin lê belê mast ji tirî çênabe! Weke ku tê zanîn mast ji şir çêdibe, dew ji mast çêdibe lê ji mast doşav (dims) çênabe. Mirovek çiqası bixwaze jî, an nexwazejî, ev minakên ku me li vir anin ziman realize dibin an jî realizebûna wan ne pêkan e. Ango hinek tişt ji hinek tiştan çêdibin. Kesek çiqasî xwe biêşine jî, hemû derfetên xwe jî bixe nava tevgerê, ji mast nikare dimsê çêbike. Mirov dikaremast û dims tevlihevdu bike û qatixeke xweş jê derxine. Lê jimast dims çênabe. Gava ku mirov kimyavan be û ne simyavan be, ev pêvajo bi wextê re wê têk biçe.
Tenê bi metodên sihîrbazî û mirovxapandinê, ji bona demeke kurt, mirov dikare weke ku ji mast dims çêbuye bide nişandan. Ev di eslê xwe de û di dawiya dawî de mirovên nezan dide xapandin, lê mirovên zana bi vê yekê nayên xapandın. Ji berku zanist û aqil vê yekê napijirîne. Tenê bi metodên şarlataniyê mirov dikare hinek mirovan ji bona demeke kurt bixapine. Xapandin, weke ku tê zanîn di demê de tixubkiriye. Gava ku berf dihile û dinya sayî dibe, ev xeletî, ev nerastî û ev xapandin gelekî zelal derkevin ber çavên mirovan.
Dîsa ji bona mînak; ji şelima peqlawe çênabe! Ev jî rastiyek e. Dibe ku mirov ji şeliman gelek xwarin û temtîtkan karibe çêbike lê ji şeliman peqlawe çêkirin tucara ne pêkan e! Gavaku mirov hewl bide ji şeliman peqlawe çêbike, di encam de peqlawe çênabe lê kafirkerafî çêdibe! Ango xwarineke ku qetnayê xwarin derdikeve holê. Di eslê xwe de ev ne xwarina ku mirov bixwin, ji ber ku tam tê de tune ye. Ma tama peqlawê û tama kafirkerafî dibe weke hevdû?
Ji rewşên wilo re Kurd dibêjin; xelef, keda wî çû bertelef!
Belê, bi rastî, bi rastî ji hinek tiştan hinek tişt çênabin. Minak; ji dagirkirinê, ji qirkirinê, ji asimilasyonê û ji kolonyalizmê demokrasî, mafê mirovan û azadî çênabe. Bi tund û tijiyê pirsa demokrasi û azadî çareser nabe. Hêstir tucaran nazên! Ji mislimanên sextekar demokrat çênabin! Ji kurtêlxwiran welatperwerên bibîr û bibahwer çênabin! Ji sermezinan, jiserkundiran rêveberên siyasî çênabin! Ji nezanan rewşenbîr çenabin! Ji mirovên xesandî zarok çênabin! Ji mirîyan zindî çênabin! Ji qerpal û nekirkêran dinamizm çênabe! Ji jêhrê hingiv çênabe! Ma ji kirkidanan govendgêr çêdibin lo?
Belê, jî hinek tiştan hinek tişt çênabin. Eşkere ye ku ji şeliman jî peqlawe çênabe. Ev jî rast e. Ev şibandinek e, ev metaforek e. Heger mirov bixwaze vê rastiyê di wextê xwe de bibine, wê gavê keda mirovan bertelef naçe. Lê ku mirov vê rastiyê di wextê wêna de nebine û li ser tehtan bixwaze cot bike, wê keda mirovan bi rastî bertelef here.
Ez baş dizanim ku ji şeliman peqlawe çênabe. Rastîya bêşikev e. Lê hinek Kurdên me dibêjin ku me formula vê yeke pêdekiriye. Hinek ji me bi duv vê formulê ketine lê nizanin bê ev formul li ku derê veşartiye. Hinek ji me li ezmanên hefta li vêformûle digerin, hinek daketine binya heft tebeqên erdê, hinekli ser pişta gamasî siwarbûne û di okyanusan de li vê formule digerin. Hinek ji me li ser pişta Teyrê Simir siwarbûne û li dinyayê diğerin. Lê heta nûha kesî ev formül nedîtiye.
Veca, Kurdê ku vê formulê bibîne wê Swedî Xelata Nobelê bidin wan. Lê wê Kurd çi bidin wan bi rastî ez nizanim! Bisaloxan dibêjin ku ev formul li Ruhayê li “Gobeklitepe” angoli “Xerabreşik” veşartî ye!
Ez rica ji we dikim ku Kurdên sermezin û serkundir vê yekê nebihizin. Heger ev yek bêye bihistin wê serkundir, serqelew, sermezin bikevin dorê û biçin tewafa”Xerabreşik” Heta bahwer bikin ku xeta otobusên geştûguzariyê, ji bona ku dengbi wan bikeve, wê sermezinên Kurdan belaş bibin vê xakapiroz! Reklam her reklam e, çi baş û çi xerab!
Veca, ez di bextê malmezinên Kurdan de me, navnîşana formula “Xerabreşik” ji sermezinên Kurdan re nebêjin! Ya nawê keda salan bertelef biçe…