Bordiman kirina gundên sînorî didome

Balefirên artêşa Tirkiyeyê gundên devera Vertê û Qesirê bordiman kirin.

Di berdewamiya êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên ku bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê bo ser gund û deverên Başûrê Kurdistanê tên kirin, îro careke din balefirên Tirkiyeyê çend gundên din bordiman kirin.

Di vê derbarê de peyamnêrê Kurdistantvê diyar kir ku îro careke din balefirên ser bi artêşa Tirkiyeyê gelek bi dijwarî çend gundên ser bi Vertê û Qisrê bordiman kirine.

Peyamnêrê me diyar kir ku heta niha ti zaniyariyek li ser zirarên canî yên wan bordimanan nehatine zanîn lêbelê jiber bordimanê agir bi daristan û jîngeha deverê ketiye û şêniyên deverê jî ditirsin û daxwaza rawestandina bordimanan dikin.

KURDİSTAN