Zap, Xwakurk û Qendîl li sînorên "Bakurê Iraq" bordûman kirin
Ji aliyê xwe ve ajansa Anadolê ya Tirkiyê belav kiriye, ku li gorî ew zanyariyên ji serokatiya erkanên Artêşa Tirkiyê wergirtiye, "Di operasyoneke ezmanî de, Artêşa Tirkiyê bingehên terorîstan li navçeyên Zap, Xwakurk û Qendîl li sînorên "Bakurê Iraq" bordûman kirin û di encamê de hejmarek ji asêgeh û embarên terorîstan wêran kirin".
Ev bordûman û êrîşa artêşa Tirkiyê li ser navçeyên Herêma Kurdistanê, piştî wê yekê hatin, ku şevê din serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku ewê êrîşî Şingalê û Qendîlê û Mexmûrê jî bikin".
Got jî: "Mexmûr, Qendîl xwedî dike, lewra Mexmûr gellekî giring e û landika berhemanîna terorîstan e".
Herwiha serokê Tirkiyê got: "Heger Bexda gerîlayên PKKê ji Iraqê dernexîne, wê Artêşa Tirkiyê bi xwe êrîş bike û wan ji Iraqê derxîne". Heya niha jî, Hikûmeta Iraqê, ti daxuyanî li ser êrîşa Tirkiyê nedaye.(k24)