top of page

Mezargehên Êzdiyên Efrînê wêran kirine

Çavkaniyekê ji nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku girûpên çekdar ên ku Efrîn dagîr kirine, tevahiya cihên olî yên Êzdiyan wêran û xera kirine.

Wê çavkaniya ku nexwest navê wî bê belavkirin, ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî hatina wan girûpên tundrew bo Efrînê tevahiya mezargehên Êzdiyan li Efrînê hatine wêrankirin û bi rastî niha metirsiya karesateke din li ser Êzdiyan heye.”

Heman çavkaniyê wiha got: “Heta niha %95ê Kurdên Êzdî ji Efrînê bar kirine û koçberî Herêma Kurdistanê û Libnanê bûne. Ji ber ku ew girûpên îslamî yên tundrew bi zorê ola xwe li ser wan feriz dikin.”

bottom of page