top of page

ENKS: Me ji Rûsya re got divê Sûriyê federalî be

Şanda ENKSê bi daxuyaiyekê encama serdana xwe ya bo Moskowê aşkere kir û ragihand, wan bi zelalî ji rayedarên Rûsyayê re gotine, ku divê Sûriyeya paşerjê, dewleteke federal û demokratîk be.

Şanda Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku serdana Rûsyayê kiriye, derbarê civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên rûsî û encamên wan civînan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya şanda ENKSê de hatiye ku şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, roja 29.05.2018 serdana Rûsyayê kir û ligel cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê , Mîxaîl Bugdanov û alîkarên wî, di Wezareta Derve ya vî welatî de, hejmarek ji civîn û hevdîtinan encam dan.

Li gorî daxuyaniya şanda ENKSê, herdu aliyan hejmarek ji babetên siyasî li Sûriyê, gotûbêj kirine, bi taybetî, proseya siyasî, ji bo pêgihiştina bi çareyeke siyasî li ser bingeha Cenêv1 û biryara navdewletî ya 2254.

Herwiha herdu aliyan pirsa destûra Sûriyê û komîteya amadekirina wê gotûbêj kirin.

Şanda ENKSê dibêje, tekezî li ser wê yekê jî hate kirin, ku pêwîst e garantî hebe, ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên civaka sûrî, di destûra paşerojê de, bi taybetî mafên gelê Kurd li vî welatî.

Li gorî daxuyaiyê, şanda ENKSê herwiha li Moskowê tekezî li ser wê yekê kiriye ku Sûriyeya paşerojê, dewleteke federal a pirjimar û demokratîk be.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, ku wan rewşa Efrînê ligel aliyê rûsî gotûbêj kir û tekezî li ser pêwîstiya vegera xelkên Efrînê kir, û ew herêm bi destê xelkên xwe bê birêvebirin.

Şanda ENKSê bi rayedarên rûsî re behsa metirsiya guhertinên demografîk li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî kiriye, ku dibe pêwendî di navbera pêkhateyên Sûriyê de aloztir bibin.

Li gorî vê daxuyaniyê, aliyê rûsî tekezî li ser girîngiya pêwendiyan ligel ENKSê û rola wê di paşeroja Sûriyê de kir.

Hewlêr-KDP.info

bottom of page