Partiya Sergêjan…
21 Gulan 2018
Li Bakurê Kurdistanê bi navê Partiya Sergêjan heta nûha fermî tu parti nehatine damezrandin. Ev jî dîyardeyeke balkêş e…
Em dizanin ku hemû cûre partiyên siyasî di nava Kurdan de hene. Bila hebin jî. Li hemû welatan rastiya siyasetê di pêşketina dîrokê de wiha formata xwe girtiye. Li gor doz û birdoziyan li welatan partiyên siyasî tên damezrandin. Ev bûyereke normal û siyasî ye. Li Kurdistanê partiyên ku hene xwedî program in, xwedî nav, xwedî xebat û rêz in. Qenc-xerab ev partî helwestên xwe bi awayekî sistematîk pêşkêşî raya Kurdan dikin. Bi civakê re ev partî di nava pêwendiyan de ne. Navnîşanên wan diyar in. Aligir û endamên wan jî xuyayî ne. Ne veşartî ne. Gava ku di çalakiya siyasetê de şaşî çêdibin jî kesên berpirsyar hesab didin aligir û endamên xwe.
Ji xwe karê sîyasî jî divê wiha bimeş e.
Lê Partiya Sergêjan li Bakurê Kurdistanê ji partî û fermiyetê bêtir jî helwesteke ne dîyar pêk tê. Ew helwesta nezelaliyê ye. Carna heye û carna tuneye. Zû germ û sar dibe lê ne sar li wan tê û ne jî germ! Di nava fikir û ramanên de diçin û tên. Li vî alî û wî alî diterpilin. Geh çep lê dixin geh rast lê dixin. Ne tebût in. Xwe weke navenda her tiştî dibînin. Her demekê jî li hawakî ne. Weke botbotekê ne, cihêkî rehet ji xwe re nabînin û naecibînin jî. Di rewşeke ne normal de dijin.
Bi piranî di medya civakî de peyase dikin û tu berpirsyariya wan a rêxistinî jî tuneye. Beşdarî karê rêxistinî nabin. Ji xwe û pêve kesî naecibînin. Xwe weke lehengan dinirxînin. Lehengên tirsonek! Weke Narkîsosê Yunanî tenê heyranê şexsê xwe ne. Psîkolojiya megalomanıyê bi wan re heye. Gelek caran bi navê xwe yê rastî fikir û ramanên xwe pêşkeş jî nakin. Navên sexte bikartînin. Mirov dikare bi gotineke hêsan bibêje; ew tirsonekên civakê ne. Ji siya xwe ditirsin. Ji rûbirûbûna mirovan ditirsin. Ajitasyonên siyasî li deverên xalî dikin. Li nava daristanan li mirovên weke xwe digerin! Xwe nadin ber bar û berpirsiyê jî. Şiretan li hemû kesan dikin lê şiretan li xwe tenê nakin!
Gotin û kiryariya wan li hevdû nake!
Dinyaya siyasetê tenê ji medya civaki fêrdibin. Zanebûneke wan a civakî tuneye; ne zanebûnên dîrokî, ne ekonomî, ne teoriya siyasetê, ne kultur û netewayetî li cem wan tucara peyda nabe. Civak û netewayeti tenê şexsê wan bi xwe ye. Civak û siyaset çawa birêve diçin qet nizanin. Naxwazin fêr jî bibin. Xwe bi tepiskan dawdişînin. Nişmî ne. Pozbilind in. Diranên masîyan firçe dikin! Nizanin bibêjin, ez nizan im! Sekna wan jî ne ya rewşenbiran e. Tenê dizanin quretiyan bikin û şiretan li erd û ezmanan bikin. Lê di rastiya xwe de jî ew nekirkêrin.
Nekirkêrî taybetmendiya wan a sereke ye.
Ji van helwestan partiyeke nediyarkirî hatiyê ava kirin. Navê vê partiyê hîna fermî nebûye. Bernama wan jî ne dîyar e lê helwesta wan ya sergêjan e. Ba ji ku derê were berê xwe didin wir. Weke zîzokê ne. Tenê li dora xwe dizîvirin. Weke aşê ku vala bigere zêde deng derdixin lê tu berhemî jî nadin. Jîyana wan bi min got û te got derbas dibe!
Tu partî û rêxistinan naecibînin, alikariya wan nakin, çalakiya siyasî jî weke pitpita ser tenûran şirove dikin. Bi gotineke din, hebena xwe vala dikin û fatîhan li ser karê hevbeş dixwînin!
Ev helwesta malxerab incex dikaribe di welatê ku kole ne, welatê ku azadiya xwe bidest nexistine de derkeve pêşberî mirovan û peyase bike…
Vêca, heger mirov bi karê siyasî dakeve, divê mirov pêwistiya karê siyasî jî bicih bine. Heke mirov rêxistin û partiyên ku hene napejirîne, -ev jî mafekî siyasî ye-, wê gavê divê mirov alternativeke rêxistinî bi xwe ava bike. Bi program û rêgezên xwe derkeve pêşberi civaka Kurdan. Bila civaka Kurdan van mirovan nas bike, bibe xwedî bahweri û amintiyek di nava çalakiyên siyasî û civakê de derkeve holê. Em ê jî bibêjin li ser xêre be!
Na heger mirov tenê dixwaze karê rewşenbirî bike, divê wê gavê jî mirov li gora etîk û rêgezên rewşenbirî tevbigere! Karê rewşenbirî ji xwediyê nirxên piroz e. Karekî hêja ye. Karê rewşenbîrî tucara nabe ku tenê bibe pitpita ser tenûran e. Rewşenbir divê civaka xwe baş nas bikin û ji bona çareseriyên civakî bikevin nava hewldanekê…
Ma bi vaza tenê siyaset dibe?
Ez baş dizanim ku di nava Partiya Sergêjan de ne karê siyasî tê kirin û ne jî karê rewşenbîrî heye. Tenê heftûheşt heye, ango niqaş ji bona niqaşê ye, ne ji bona çareseriya pirsên civakî ye. Dîsa ez zanim ku alîgirên partiya sergêjan di nava hemû rêxistin û partiyan de jî hene. Ev jî rast e! Ji ber ku sergêjbûn di esl û feslê xwe de helwesteke şelûliye, ne tebût e. Ev helwest ne bi kêrî civatê tê û ne bi kêrî siyasetê tê. Di rastiya xwe de ev helwest, helwesteke qerpalî ye. Çareserî ji vê helwestê dernakeve.
Werhasil, li Kurdistanê qamyona Kurdan qulipîyayê partiya sergêjan jî di nava alavan de li mireka ku ew porê xwe tê de şeh bikin digerin! Ji bona sergêjan por şehkirin jî karekî netewî ye! Ew di ber xwe de jî bêşerm dibêjin; Heke Kurdistan bişewite baqekê pûşê min di nav de tuneye!