Wezîrê Derve yê Amerîka bo Mesrûr Barzanî: Em pêkve têkoşanê dikin ji bo aramiyê
Bi boneya ku Mike Pompeo wek Wezîrê Derve ya Amerîka dest bi kar kiribû, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek pîrozbahiyê jê re birê kiribû, di bersivê de jî Mike Pompeo ji bilî sipasî û hêvîxwastina bo girîngîpêdana bi pêwendiyan, pabendbûna welatê xwe bi hevahengiya ligel hevpeymanên xwe dupat kir.
Di nameyê de Pompeo tekezî li ser wê yekê kir, Amerîka bi berdewamî ligel tevahiya hevpeyman û hevbeşên xwe têdikoşe ji bo ewlehî û aramiya zêdetir li navçê û li seranserî cîhan bicîh bibe û amadekarî zêdetir ji bo pêşketin û geşepêdan ji gelan re peyda bibe.
Hewlêr-KDP.info