CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE
Cejn e, cejn e îro Cejna Zimanê Kurdî
Lê sed mixabin îro weh kes pê nabedî
Ger neki tu her peyv û xeberdana kurdî
Li mêjû dê bî kût û belengazê xwedî
Nabî tu bi tac û text û Alaya Kurdî Wendayê dewlemendiya çanda MEDî Mînî bêrûmet û bê rewac û bêxwedî Lalî ye dê bit encama te çewa me dî
Çêbûne li dinê herdem tewrên wekî te Wenda bûne li jînê gelekên mîna te Bûne goristana bêkêlik li qada te Neke terka wî, her bêje Zimanê Kurdî!
15/ 05/ 2018
ZEYNELABİDİN ZINAR