Miletê Kurd Komkujîya Dersimê Jibîrnake. (PDK-T)
Di derbara Komkujıa Dersîmê de Melê Hesanê Kurd di helbesteke xwe de hestên xwe wilo tine ziman;
“Min awir da Gelê Dersim
Bi xwina sor bi rengdar e
Li ber berqefên Kûr
Min dit laşen spi sar e.
Keç û jinên Kurdan
Xwe diavêtin çemê Munzir
Digotin îro mirin cejne
Ma navên Tirk û Tatare”.
Em weke PDK-T (Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiye) 81 saliya komkujiya Dersimê bibîr tinin û hêzên ku di vê komkujiyê berpirsyarbûn şermezar dikin. Em ji berpirsyarên vê komkujı daxwaz dikin ku lêborinê ji Miletê Kurd û Gelê Dersimê bikin. Dewleta Tirk divê fermî ji miletê Kurd lêborine bixwaze û mafê Kurdan yên netewî li wana vegerine.
Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiyê
Meclîsa Navendî
04 05 201