top of page

Pirsa Yekîtî û Hevkariyê

Şerefxan CİZİRÎ

27 Adar 2018

Tevgera Kurdperwer di nava xwe de pirsa yekîtî û hevkariyê niqaş dike. Ev ne cara yekemin e ku ev pirs tê nîqaşkirin. Li nîqaşên pencî salên dawî temaşe bikin û hûn dê vê mijarê her gav di rojeva Kurdan de bibînin. Di bingeha xwe de tiştekî nû, nêzikbûneke cuda, encameke erenî heta nûha derneketiyê meydanê. Di pirsa yekîtî û hevkariyê de gelek projeyên me qurmiçî mane. Em li dora pirsgirêkan diçin û tên, lê bi dildarî fikir û raman jî nayên pêşkêşkirin. Tecrubeyên negatif hîna jî dewra xwe dileyîzin. Negativizm bûyê kospek pir sext li himberî fikir û ramanên yekîtî û hevkariyê.

Beriya her tiştî divê Kurdperwer, kes, rêxistin, komel, partî, sazî fêrî hevbeşî û fedakariyê bibin. Bêyî hevbeşî û fedakariyê doza welat nikare li ser bingeheke saxlam pêş de biçe. Em hemû bi hevdû re di keştiyekê de ne, weke Kurd çarenivîsa me yek e. Divê em bi hevdû re hewl bidin ku em xwe ji tecrubêyên tehl rizgar bikin û bikevin nava koma miletên hemdemî. Ji bona pêşeroja welatê xwe divê em deriyêkî nû di doza Kurdan de vekin.

Divê em jibîr nekin ku Kurd li Rojhilata Navîn bi canbazên siyasetê re, bi mentalîta dagirkeriyê re, bi mîrata imparatoriyan re, bi zilma dewletên serdest re, bi sermaya gerdûnî re, bi berjewendiyên navnetewî re berberiyê dikin. Berxwedana me divê van rastiyan baş li ber çavên raxînê û çareseriyên hevbeş derxînê pêş.

Ji ber van rastiyan jî hewcedariya Kurdan bi yekîtî û hevkariyê heye…

Heke ku em ne bi hevdûre bin, em ê yek bi yek têk biçin. Ev rastî bûye barek û ketiyê stûyê me. Kesên ku vê rastiya civakî di nava Kurdan de gelek caran dubare nekirîne hene gelo? Baş e, wê gavê çima em pêwîstiya vê rastiya civakî ku hergav tê dubarekirin bi cih nayînin, çima em dersan ji dîrok û siyaseta civaka xwe dernaxînin? Çima em bi hevdû re li çareseriyên hevbeş nagerin?

Ma em Kurd fahmkorî bûne, ma em Kurd bêaqilbûne? Ma axa cebana bi ser Kurdan de bariya ye?

Belê, listikên bîçûk, ezezîtî, mentalita grubî gelek carak nahele ku pirsgirêk piralî werin nîqaşkirin. Em bi hevdû re ketine nava gerînekek negatîf, xesandî bûne û weke Derweşên Mevlana li dora xwe dizîvirin. Tecrûbeyên tehl, bahwerî û amintiya ku têkçûye, berjewendiyên şexsî, maqam û postên ku bûne kosp û li himberî doza Kurdan rawestiya ne, rê nadin ku tevgerên siyasî bi rêbazên nû pirsa hevkarî û yekîtiyê nîqaş bikin. Em bi gelek awayan di cihê xwe de qerimî ne, em ne afirîner in û em li ser hekên xerabe kurk ketine!

Divê em vê konaxa malkambax bi hevdû re derbas bikin û pelêkî nu di pirsa yekitî û hevkariya Kurdan de vekin.

Yên ku xwediyê mîratek negatîf in, em dizanin ku ji xwe re dinyayeke gewrik avakirine. Di rastiya civaka Kurdan de, di wan dîtinên teorîk û xeyalî de, dinyaya gewrik îflas kiriye. Mirovên vê dinyayê bihêsanî nikarin ji qalibê xwe derbikevin. Ev ji rastiyeke psîkolojîk û pratik e.

Mirov dikare bibêje; nefsbiçûkî li cem wan mirovan nemaye. Ew hergav di civaka Kurdan de pozbilindiyê dikin. Ji siya xwe re dibêjin; bi wir de here! Bahwer dikin ku dinya û pirsa Kurdan tenê li dora wan dizîvir e, xwe weke navenda her tiştî dibînin, hemû bûyerên pozitîf li Kurdistanê bi xwe destpê dikin, felsefa nîhîlîzmê dikin û hemû xerabî ji bûnê taybetmendiyên mirovên ku bi wan re tevgernegeriyane. Di pirsa hevkarî û yekîtiyê de tu gunehê wan tuneye, yên ku gunehkar in hercar li derveyî koma wan in. Ew bi tenê pir pak û paqij in, bêqisûr in!

Divê mirov bi hest û ramanên netewperwerî bibêje; ev helwest ne helwesteke avakar e. Ev helwesteke xesandiye û divê were hilweşandin.

Bi rastî ji bona ku mirov karibe vê quretiya bêwate ji nava xwe belav bike pêşî sebir lazim e, dûr ve dîsa sebir lazim e, paş re dîsa sebir lazim e! Belê, sebir û zanebûn divê bi hevdû re bimeşin. Zanebûn û aqil divê bi hevdû re bimeşin. Divê mirovê ku Kurdperwer be, pêşî bi doza welatê xwe vê girêdayî be, bi zanebûn û baldarî nêzikî wan pirsan bibe û nirxên ku bi kêrî hemû Kurdan were derxîne pêş. Ji ber ku di doza Kurdan de cih ji her kesî re heye, doza welat hewcedarê her kesî ye. Her kes li gora jêhatîbûn û keda xwe, taybetmendiyên xwe dikarê di xebata doza welat de cihê xwe bigire. Kurdistan welatê me hemûyan e. Dayîka me ye…

Ev hişmendî divê di nava hemû tevgerên Kurdan de ji xwe re hêlînekê çêbike, bibê helwesteke netewî û pêşeroja siyaseta Kurdistanê jî diyar bibe.

Em divê bi dengekî bilind û bi hevdû re bibêjin; di tevgera Kurdan de kes ne kûrê jinbavê ye, kes ne kole ye, kes ne qerwaş e, kes ne rayê ye, kes ne muridê mala şêx e, kes ne Xelifê Bexdayê ye, em hemû bi hevdû re xwediyê malê ne. Kurdistan mala hemû Kurdan e. Divê hemû Kurd ji rêzana mala xwe berpirsyar bin…

Di pirsa yekîtî û hevkariyê de, divê destpêkek erenî di nava tevgera Kurdan de bikeve rê. Divê em karibîn bi rêbazên nû hewcedariyên netewî, hevkariya siyasî bi dildarî nîqaş bikin. Di van pirsan de divê fen û fût dûrî tevgera Kurdan bikevin, em divê bi hevdû re çarenivîsa xwe diyar bikin û alternatifeke mayînde derxînin pêşberî gelê xwe. Çi ji netewa Kurd re baş be, em bi hevdû re wê bikin.

Di vê pirsê de hêviya me divê tucaran nemir e! Em rê nedin ku hêviyên me bikevin ber sikrata mirinê. Kî çi dibêje bila bibêje; wê karwanê yekîtî û hevkariya netewa Kurd, bi serbilindî bikeve rê û bigîhêje armanca xwe! Yên ku li qorziyên xalî ji xwe re li post û kurtêlan digerin jî bila baş diyar bibin!

Bila pêpûk jî li ser nekirkêrên ku di kiryariyên xwe de li dijî yekîtî û hevkariya Kurdan radiwestin, bi dengekî xemgînî û trajîk bixwînin.

Pepûk, pepûk, kê kir, min kir…

bottom of page