top of page

Șoreșgerê Kurdistanê û endamê PDKT-RNK/KUK Mehmet Altan zindiyê dozê ye..

Çeto ÖMERÎ / Șoreșgerê Kurdistanê û endamê PDKT-RNK/KUK Mehmet Altan zindiyê dozê ye..

Gava min rehmetî Mehmet Altan naskir li hember nexweșiya bêbext penceșêrê berxwe dida. Ew li gel kek șoreș, leyla abla û li gel hinek hevalên din yê vê demê komiteyek ji bo piștgiriya girtiyên zindanê ya rêxistina RNK/KUK'ê damezrandi bun. Ez jî tewlî wan mirovên dilpak û dilsozên doza Kurdistanê bum. Tiștê ku bala min dikșand û dibu sedema rêz û hezkirina min li hemberî Mehmet Altanê cangorî ev bu ku heta roja xwe ya dawî ku ji nav me koç kir. Bi dil û can û bi heyecan baweriya wî ya doza Kurdistanê bu. Mehmet Altan mirovek bi wefa û hevalê hevalên xwe bu. Ew digot belê em hatin welatên biyanî metirsiya girtin û zilma dagirkeran li ser me nîne, lê belê hêvalên me yên ku li welat mane, bi taybet yên ku li girtiyên zindanên metînkaran de zilmê dibînin divê em wan șoreșgeran ji bîr nekin. Me xwe xilas kir lê ew di nava lepên zilmê de ne. Gava min wan gotinên wî dibihîst min ji wî șoreșgerê welat perwer hîn bêtir hez dikir. Bi saya wî min Xidir Ûso, Cano Amedî, Edîp G, Davûd H, Îbrahîm G. û hin girtiyên dinê doza welat ku di zindanê de bun naskir. Ji wan re name dinivîsand. Tiștên ki ji destên me hat me teqsîr nekir. Heta îro jî nasandin û dostaniya min li gel birêz Cano û Xidir re didome û ev nasandin ji hêvaltî bêtir buye weke birayetî. Keda rehmetiyê nemir Mehmet Altan di bingeha vê dostanî û birayetî ya me de pirr e. Ew heta nefesa xwe ya dawî ji welatê xwe hez kir. Ji doza serxwebûna welatê xwe bawer kir. Û ji min re bu sembolek ya baweriyê. Ew dilsoz bû. Welat perwer bu, û șoreșgerek kedkar ya Kurdistanê bu. Ez rehmetiyê kekê Mehmet Altanê nemir bi aramî bibîrtînim û bejna xwe li ber wî û di șexsê wî de li ber hemî șehîdên Kurdistanê de ditevînim. Hezar rehmet li ser giyana te ya pak be șehîdê welat yê pênaberiyê.l.

Ç. Omerî

bottom of page