top of page

Mesrûr Barzanî peyamên girîng da

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna netewî ya Newrozê û sersala nû peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;

Sersala nû ya Kurdî û cejna netewî ya Nerowzê li malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên dezgehên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê pîroz dikim.

Ew cejna netewî bo me gelê Kurd xwedan wate û taybetmendiye, ji aliyek destpêka sala nû ye ji aliyeke din ve jî sembola şerê dijî sitem û bidest xistina azadî û serfiraziye, gelê Kurdistanê niha di nava pêvajoyeke dijwar de derbas dibe, bi berxwedan û wîna vê gelê serbilind li hember tevahiya wan dijwariyan rawestiyane, jiber vê yekê xelkê berxwedêr yê me hêjayê rêz û spase.

Dilniyam ku derfeta derbasbûyn ji wan dijwariyan û dabîn kirina pêşerojeke baştir li pêşiya me ye ku ew jî bi yek rêziya nav mala Kurdistaniyan dibe, di vê çarçoveyê de jî hêvî dikim ku cejna Newrozê bibe ew derfet bo yekrêziya navbera dilsozan û têkoşeran ji bo ser xistina doza rewa ya gelê me û bidest xistina mafên gelê me.

Dubare cejna we pîroz be

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

20 Adara 2018

bottom of page