ENKS: Li Efrînê pêwîstiya milyonek kesî bi alîkariyê heye
Endamê ENKSê Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê derbasî nava Efrînê bûn û em wek ENKSê bi hemû awayekî li dijî hatina wan hêzan e bo Efrînê, lê mixabin PYDê jî sedemek bû ji ber kontrolkirina Efrînê ji aliyê wan hêzan ve û ji ber wan gelek ziyan gihîştiye xelkê Efrînê.”
Dr. Kawa Azîzî wiha got: “Hikûmeta Tirkiyê gotiye 3 milyon Sûrî li Tirkiyê hene û emê hemûyan vegerînin Efrînê û biryar e zêdetirî 10 kampan li wir bên avakirin bi vê yekê jî demografiya wî bajêrî Kurdistanî tê guherrtin û bi vê yekê jî pirsgirêkeke mezin dê çêbibe.”
Azîzî wiha got: “Zêdetirî 1 milyon Kurd li Efrîn û derdora wê hene ku ku ji mal û gundê xwe reviyane û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.”