Amadekariyên Newrozê li seranserê Kurdistanê

Li her çar parçeyên Kurdistanê û li dehan welatên cîhanê, ji bo vêxistina agirê Newrozê û şahiyê, amadekarî tê kirin.

Ligel amadekariyên Newrozê, ji ber bandora referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, bûyerên 16ê Cotmehê ku Kerkûk ji aliyê Artêşa Iraqê ve hat kontrolkirin, êrişên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê û rewşa nebaş a Kurdên Bakurê Kurdistanê, Newroza îsal ciyawaz e û weke Newroza têkoşîn û berxwedanê tê binavkirin.

KURDİSTAN