3 hezar şervanên nû diçin Efrînê

March 3, 2018

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, xûleke perwerde û rahênana siyasî û leşkerî ya bi hezaran şervanên Kurd û Ereb ên Hêzên Berevaniya Sivîl, ku di bin fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, bi dawî bû.

Di vê xûla perwerdeya leşkerî de, 3 hezar û 500 şervanên HSDê rahênan û perwerdeyêb leşkerî dîtin. Di   merasima bidawîbûna wê xûla leşkerî de, ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê birêve çû, çendîn nimayîşên leşkerî hatin kirin.

Fermandarê Hêzên Berevaniya Sivîl li Bakurê Sûriyê, Siyamend Welat ji AFP re ragihandiye: "Îro, ew 3500 şervanên ku tevlî hêzên me bûne, rahênanên xwe yên leşkerî û siyasî bi dawî kirin. Ew hemû amade ne ku biçin Efrînê, ji bo piştgiriya li tevahiya bakurê Sûriyê."

KURDİSTAN

 

Please reload