Partiyên Kurdî: Bila Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) bi daxuyaniyên cuda 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî daxuyaniyên pîroz kirin û ragihandin, bila li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Kurdî bibe zimanê fermî.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) sala 1999an biryarek girt ku 21ê sibatê bibe Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî. Ev hejdeh sal in ku ev roj tê pîrozkirin.

HDP, PAK û Hak-Parê her yekê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî daxuyaniyên nivîskî dan û ew rok pîroz kirin.

Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDPê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Em Roja Zimanê Dayîkê li hemû gelên welat, herêm û cîhanê pîroz dikin. Di sedsala 21an de hêj mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê nehatiye qebûlkirin û ziman li saziyên dewletê qedexe ye. Em li welatek ku ziman lê qedexe ye dijîn. Ev rewş di warê mafê mirovan de tabloya şermê ye.

Heta zimanê Kurdî û zimanên din di bin mîsogeriya qanûn û destûra bingehîn de nebin zimanên fermî yên perwerdehiyê têkoşîna me her dem berdewam be. Carek din em destnîşan dikin zimanê dayikê mafê herî bingehîn ê her kes e.”

PAKê jî bal kişand ser wê yekê ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiye, zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) ev e 95 sal e di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Tirkyeyê de qedexe ye û heta niha jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.

Di daxuyaniya PAKê de jî wiha hat gotin: “Qedexekirina ziman û kultura miletekî, li gorî peymanên navnetewî jî dijî mafê mirovan e û di eslê xwe de li dijî mirovahiyê ye. Bi vê minasebetê careke din em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin daku hemû astengî û qedexeyên yasayî li ber zimanê Kurdî ji holê rakin. Zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê Kurdî weke fermî bê qebûlkirin.

21ê Sibatê ji bo Kurdên ku bi Kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî. Roja zimanê zikmakî pîroz be.”

Hak-Parê jî amaje bi wê yekê kir ku ji damezrandina Komara Tirkiyê û heta îro, zimanê Kurdî hê jî azadi xwe bidest nexistîye û dibêje: “Li Turkîyê, Kurdî heta çend sal berê jî, qedexe bû. Di van çend salan de, axaftin û nivsandin hatibe serbestkirin jî, lê mixabin ku Kurdî di perwerde û hînkarîyê de wek zimanek fermî û wekhev nehatiya qebûlkirin. Li himber zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî, hetanî îro, gelek xebat û çalakîyên siyasî hatîne dayîn.”

Di berdewamiya daxuyaniya Hak-Parê de hat gotin: “Destûra bingehîn a Tirkiyêhê jî, yasayên ku bergirî li zimanê Kurdî digrin diparêze. Di serdema nû ya şaristanîyê de ev yek şermek mezin e. Kurdî heqe ku bibe zimanê fermî û di hemû qad û warên jiyanê de bi serbestî were bikaranîn. Divê zimanê Kurdî di hemu qonaxên perwerde û hînkariyê de bibe zimanê fermi û yasayî.”

Ji aliyê RÛDAW Demjimêrek berê