Ji ber topan jina 70 salî û mêrê 80 salî birîndar bûn

Du welatiyên gundê Şerqiya di encama topbarana Artêşa Tirk de birîndar bûn.

Artêşa Tirk gundê Şerqiya yê girêdayî navçeya Bilbilê topbaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Ehmed Umer (80) û welatiya bi navê Zeyneb Mihemed Umer (70) birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin noqteyên tenduristiyê. Li aliyekî din jî ziyan gihîşt malên sivîlan.

Her wiha gundê Şêxorzê, Qestelê Miqdad û derdora gundê Bekaşa yên navçeyê jî rastî topbaraneke dijwar hatin û malên sivîlan ziyaneke mezin dîtin.