Mesrûr Barzanî: Bila rê bê dayîn Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan bigihîne Efrînê
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bang li aliyên pêwendîdar kir hêsankariyê bikin da ku ew bikarin alîkariyên mirovî bigihînin mexdûrên şerê Efrînê.
Serokê Desteya Rêveberiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Mesrûr Barzanî îro di konferansa salane ya dezgehê de axivî û behsa çalakiyên wê dezgehê kir.
Mesrûr Barzanî behsa mexdûrên êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî kir û daxwaz kir, bila aliyên pêwendîdar hêsankariyê bikin da ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî bigihîne mexdûrên wî şerî.
Ev 17 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan sivîl jî birîndar bûne.
BasNews