Navenda Hevya Sor a Kurdî li Efrînê hat topbarankirin

February 5, 2018

Navenda Heyva Sor a Kurdî li navçeya Recoyê ji aliyê topxaneyên artêşa Tirkiyê ve hat topbaran kirin û li navçeya Şera ya Efrînê jî topbaran berdewam e.

Topxaneyên artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê yên girêdayî wê Navenda Heyva Sor a Kurdî li navçeya Recoyê topbaran kirin.

Li gor medya nêzîkê PYDê, Navenda Heyva Sor xizmeta tenduristiyê pêşkêşî sivîlan dike û li heman navendê sivîlên ku di topbaran û bombardimana artêşa Tirkiyê de birîndar dibin, tên derman kirin.

Heman çavkanî radighînin ku topxaneyên artêşa Tirkiyê gundên navçeya Şera ya Efrînê jî bi dijwarî topbaran dikin û li gundên Mereskê, Zeytûnakê û Serinckê zerareke mezin gehiştiye mal û zeviyên welatiyan.

Li aliyê din şarvanên YPG-HSDê îro li navçeya Bilbilê ya Efrînê tankeke din a artêşa Tirkiyê teqand. Hêzên Sûriya Demokratîk ragihandin ku Li girê gundê Bûkê yê ser bi Bilbilê herêma Efrînê şervanên wan tankeke din a artêşa Tirkiyê têkşikandine.

KURDİSTAN

Please reload