Mesrûr Barzanî: Sîstema zankoya Amerîka li Kurdistanê bê cudayî derbas dibe
Mesrûr Barzanî bi amaje kirina rêberê şoreşa rizgarî xwaziya kurd a sedsala borî Mela Mistefa Barzanî, ku bi çaveke mezin derbarê xwandinê de axaftiye û ragehand, li zankoya Amerîka li Kurdistanê-Dihukê pêşxistina xwandinê û pêşketinê li Kurdistanê didin û bê ti cudayiyek olî ev dê berdewam bike.
Mesrûr Barzanî got: Em hewl didin hemû sîstemek di nav vê zankoyê de bê cudayî û bi proseyek demokratîk ve derbas bibe.
Mesrûr Barzanî ragehand, em hemû amadebûyên zankoya Amerîka ya li Kurdistanê teşfîq dikin ku ‘’Hewldanên xwe berdewam bikin û kar bikin.’’ Kesên li vê derê taybet in û ji çînê 2018ê yên xelkê kurd ên zîrek û tekoşer pêktên.’’
Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê keyfxweşiya xwe ji ber derçûna dewra yekem a xwandevanên zankoyê nîşan da û ragehand, Yekem pêngav û destpêkek mezin e bo pêşerojê. Ev bi rastî pêşketinek mezine û hesteke bi nirx e, ku em bi çavê xwe dibînin.
KURDİSTAN