Hejmarek leşkerên Tirkiyê dîl ketine destê YPGê
Akademisyen Ehmed Şewqî ji Efrînê ragihand ku balafirên Tirkiyê gundê Hemam, Cindirês, Dêrbelût, Şêrawa û çend cihên din ên Efrînê bombebaran kirine.
Ehmed Şewqî tekez kir ku gelek zerar û ziyan gehiştiye xelkê sivîl û li Cindirêsê 7 kesên sivîl canê xwe ji dest dane.
Şewqî piştrast kir duh jî cihekî xwedîkirina mirîşkan hatiye bombebarankirin û di encam de 8 endamên malbateke koçber a Ereb canê xwe ji dest dane.
Akademisyen Şewqî herwiha anî ziman ku êrişên çekdarên "Artêşa Azad a Sûriyê" bo ser Efrînê hatine şikandin û hejmarek ji leşkerên Tirkiyê dîl ketine destê hêzên berevaniya Efrînê.
KURDİSTAN