Îranê li bajarên kurdan kincên kurdî li pasdaran kirine û welatiyan dikujin'

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) îdîa kir ku Îranê kincên kurdî li pasdarên îranê kirine û ew li serê qorzîkên kolanan bi cih kirine da ku xelkê bitirsîne.

Li gorî îdîaya PDKÎyê, ev pasdarên ku kincên kurdî li xwe kirine li gelek bajarên kurdan hatine bicihkirin û li bajarê Sineyê gule li çar kesan reşandine.

​PDKÎyê ragihand ku Pasdaran bêyî ku hişyariyê bidin gule li tirimbêlekê reşandine û du kes kuştine û dudoyên din jî birîndar kirine.