top of page

Sersala Miletê Kurd Piroz Be.

Dinya di van rojan de derbasî saleke nû dibe. Hemû milet heviyên xwe ji bona sala nû tînin ziman. Hest û ramanên xwe didin der. Em baş dizanin ku Sala 2017 an ji bona Miletê Kurd saleke bi eş û zehmetî derbas bû. Gelek destkeftiyên Miletê me vê salê me ji nav destê xwe şemitandin. Me ji bona doza welatê xwe heta nûha gelek qurbanî dane. Lê miletê Kurd tucaran teslimiyet jî qebûl nekiriye. Bila dijminên Kurdan baş zanibin ku, em tucara dev ji doza xwe ya rewa bernadin. Dîsa em baş dizanin ku heta nûha ya ku Miletê Kurd lipaş hiştiye xaintî û bêtifaqîya me ye.

Weke Bircabelek Heviya me ev e ku sala 2018 an ji bona miletê Kurd bibe sala yekitî, tifaq û hevkariyê. Rizgarkirina Kurdistanê bêyî yekitî, tifaq û hevkariyê zehmete ku bê avakirin. Doza welatê me bi yekitî û tifaqa netewî dikare biserbikeve. Yên ku li pêşiya vê daxwazê rawestin, em wana şermezardikin û bi dengekî bilind dibêjin; Ji Yekitîya Netewî pê ve tu riyên dikin li pêşiya me nemane.

Bila sala 2018 an bibe sala hevkarî, yekrêzî, tifaq û yekitiya Miletê Kurdistanê!

Bijî Kurd û Kurdistan!

www.bircabelek.com

REDAKSİYON

bottom of page