AMED – DTPê çê kir, qeyûm dirûxîne lê ziyan yê hemwelatiyan e
Beriya 6 salan Şaredariya Sûra ya Amedê, ku wê demê di destê DTPê de bû, li Girê Çilan biryara avakirina 725 şûqe û vîleyan dabû. Lê piştî danîna qeyûman ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve, bi hiceta ku bê rûxset in û li cihekî şûnwarî ne, biryara rûxandina van şûqeyan hate dayin.
Nûçegihanê Rûdawê li Amedê Mehdî Mûtlû ragihand, Girê Çilan di navbera çemê Diclê û Baxçeyên Hewselê de ye û di Lîsta UNISCO ya cihên şûnwar de ye.
Beriya 2 rojan şaredarê qeyûm ê Sûrê ji kompanyaya avahîsaziyê re hişyarnameyek şand û daxwaza hilweşandina wan avahiyan kir.
Îro proseya hilweşandina van avahiyan dest pê kir.
Bi vê biryara hikûmeta Tirkiyê re ziyan gihîşte bi sedan malbatên ku ji wan apartmanan şûqe kirîne.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi tometa ku di dema avakirina van avahiyan de, ji PKKê re pere hatine komkirin, bi tevî şaredarê berê yê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş, derbarê 32 kesên din jî doz vekir.
Abdullah Demirbaş derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, ku avahî li gorî qanûnan û bi pesendkirina aliyên peywendîdar hatine çêkirin 3u ti zêdegaviyek nehatiye kirin.
Şaredarê qayûm Cûmalî Atîla jî li ser navnîşana xwe ya twîtterê ragihand, ku ew avahî ziyanê digihînin mîrateya dîrokî ya Girê Çilan, lewma dê hilweşandina wan bibe bûyereke giring.