Li malbatên Roboskiyê ceza hat birin

Qeymeqamê Qilebanê, hefteyek berê gazî malbatên Roboskiyê kiribû û astengiya serdana goran ji bo wan danî bû. ji malbatan re hate gotin ku ji her malbatekê dê kesek tenê bikaribe serdana goristanê bike.

© FOTO: © AFP 2015/ ARŞIV

Li Zanîngeha Pamûkkaleyê bîranîna Komkujiya Roboskî

Malbatên Roboskiyê îro xwestin ku biçin serdana gorên zarokên xwe. Li ser rêya çûyînê cendermeyan rê li wan girt û ji wesayîdan re cezayên pereyî birî.

Encu jî di hesabê xwe twitirê de ragihand ku rê li ber wan hatiye birin û ceza dane wan. Velî Encu belgeya cezayê jî bi hemû kesan re parvekir.

Di belgeyê tê xuyakirin ku 25 puanên cezayên ehliyetê û 190 lîra jî cezayê pereyî hate birîn.

Sputnik KURDİSTAN