Edebiyata Devkî û Şer
Di vî warî de kevneşopiyek hate avakirin. Ev berhem bûn bingeh, bûn hêz, bûn nasname û di dilê gelê Kurd de ji xwe hêlîn çêkirin. Gelê Kurd bi saya serê edebiyata devkî ev bûyer naskirin, ev kirin mirek ji bona nasnama xwe û hişmendiya xwe ya netewî bi van bûyeran xemiland. Nasnama Kurdan ya etnîkî û netewî ruhê xwe ji berhemên edebiyata devkî digirt, ew di kuranîya hişmendiya xwe de digûherandin û ew dikir mertal ji bona hebûna xwe.
Ji aliyê hunerî de edebiyata devkî kaniya hest û ramanan bû, exlaqê bilind yê eşirî xwe di van berheman de dida der. An jî mînakên exlakê nizm û pîs di nava berhemên edebiyata devkî de bi hosteyî dihatin hûnandin û dibûn daneyên sosyal û diketin nava mirata hişmendiya Kurdan. Normên kulturî û helwestên xweser di nava berhemên devkî de dihatin bilindkirin û di nava civata Kurdan de, weke teyreke baz digeriyan…
Ev Teyrê baz welatê xwe baş nasdikir. Devera ku diçûye mohra xwe lêdixist, şopa xwe eşkere dikir û li hemû deverên welêt ev şopa hane dihate şîrovekirin…
Şer di civata Kurdan de bi saya serê formên edebiyata devkî dihate civatîkirin, bi alikariya edebiyata devkî ev şer dihate îdealîzekirin, şerê bi rastî bi ava zemzemê dihate şûştin û dûra jî ji guhdaran re dihate pêşkêşkirin. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku realîzma sosyal û romantîzma kulturî di şer de dihate hûnandin û weke formasyonek nû dihate pêşkêşkirin…
Ango rastiyên şer di civatê de dihatin pejirandin. Şer di edebiyata devkî de dibû bûyereke transformekirî û dikete miqabilî mirovan. Şer, ji kontekstên xwe yên xwezayî derdiketû di nava avanîya ziman de dibû alavekî sosyal û derdiket miqabilî guhdaran.
Hunermend ew bû ku karibe van rastiyên şer bike formateke ″pejirandî″ û pêşkeşî civata xwe bike. Şer çiqasî jî xwezayî xwe bidûrbiketa û biketena atmosferekî hunerî û sosyal, berhem di nava guhdarvanan de ewqasî zû dihate serifandin. Berhemên hunerî ji bona mirovan dibûn daneyên mirovî ku mirov xwe pê baş nasbikin û xwe ji ne mirovantiya xwe dawşînin.
Ji ber ku şerek çiqasî zilm, mekruhî, tade, talan, asak û eşkence, hovitî, xwînrijî û bêwatebûnê di xwe de vehewîne jî, di qada hunerî de divê ev rastî bihatina transformekirin. Divê ev rastî hinekî bihatina nixumandin, bi ziman û mînakên sembolîzmê bihatina hunandin, ji aliyê êş û eleman de bihatinaşahik kirin û biketana formateke ku dikare ji guhdaran re bihatina pêşkêş kirin. Di van mijar û pêwendîyan de tiştekî gelekî zelal heye; şer bi xwe û transformekirina şer di berhemên hunerî de tucara nikarin heman rastîyê bidine der.
Em hemû baş dizanin ku şer bi xwe û qalkirina şer ne heman tiştin. Şer, dinyayekî bi serê xwe ye. Li gora rastî û tevgirêdanên şênber bi rêve diçe. Mantiqê şer, helwesta şênber û pratîka şer li gora daneyên civatî, psîkolojî û jêhatbûna mirovan dikare herka şer biguherîne û ji pêwendiyên mirovî gav bi gav bidûrkeve. Mirovê ku diçin şer bi jehatbûna an jî nejêhatbûna xwe, bi zanebûn an jî bi nezanîya xwe, bi têkûzbûna an jî bi biserûbertîya xwe, bi alevên xwe yên şer, bi qarakter û nasnama şervanan, bi naşîbûn an jî bi kemilbûna şervanan, bi bahwerî an jî bi bêbahweribûna mirovên ku başdarî şer dibin, dikare bi hêsanî dahatuya şer cuda cuda pêşde bixîne. Ji ber ku şer, nûha ye. Aha li vir e, di rojeve de ye, li ba me ye û naye taloq kirin. Biryar, helwest, tevger nûha ye.
Lê berhemên hunerî dûra ne. Piştî şer in. Wextek di navbêna şer û berhemên hunerî de derbas bûye. Piştî ku şer xelas bûye hunermend qala wan bûyeran dike. Mirovê hunermend dikarin bi sebir daneyên şer li bêjingan xînin, li ber ba wana biderin û tenê cewhera wana raxînin ber çavan. Ango şer di berhemên hunerî de bi hemû potansîyela hişmendî rasyonalîze dibe û dura civatê re tê pêşkêş kirin.
Çawa afinerên şer şervanî bi xwe bin, afinerê huner jî hunermend bi xwe ne. Herkes li gora derfêt û mabesta xwe mohra xwe li rastîya civatî dixîne û ev rastî dibe encameke civatî, çandî, dîrok û dikeve nava mirata mirovantiye. Ma Homeros bi vî metodî Îlyada û Odysses nekirin xelat ji bona hemû gelên dinyayê?
Di edebiyata me ya devki de gelek berhem hene ku dikarin berberiye bi berhemên Homeros re bikin. Ji bona vê yeke jî Homerosên Kurd ji me re lazim in!