Çarenivîsa sê girtiyên Kurd ne diyare

Sê Kurdên xelkê Sineyê ji aliyê Îtlaatê ve bo cîheke nediyar hatine veguhestin.

Sê welatiyên Kurd ku ji aliyê Îdareya Îtlaata bajarê Sine ve, hatibûne binçavkirin, heyanî niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, di hefteya derbazbûyî de hêzên Îdareya Îtlaata Hikûmeta Îranê, êrîş birne ser mala welatiyê Kurd ê xelkê gundê “Tewrîwer” a girêdayî bajarê Sine, “Fatih Hacî Ehmedî” kurê Mihemedsalih, û piştî lêgerîna mala wî, navbirî bi bê belgeya yasayî binçav kirine, û heyanî niha malbata wî hemwelatiyê Kurd tu zanyariyek derheqê cihê ragirtin û çarenivîsa Fatih nînin.

Herwiha 10 roj berî niha, du welatiyên din yên Kurd ên xelkê gundê “Tewrîwer” a girêdayî bajarê Sine, yên bi navên “Aram” û “Bêhnam Elîzade” kurê “Ebas” ji aliyê hêzên Îdareya Îtila`atê ve hatibûne binçavkirin, û heyanî belavbûna vê nûçeyê ew di girtîgehê de ne.

Tevî bidûreçûna malbata Elîrezayî ji bo haydarbûn ji çarenivîsa kurê xwe, lê hêzên Îdareya Îtila`ata Hikûmeta Îranê, bersiveke zelal ji wan re nedane.

Heyanî dema belavbûna vê nûçeyê, ji tometên li ser wan sê hemwelatiyan, tu zanyariyek di ber dest de nine.

KURDİSTAN