Qaymeqamê Ranyayê ji Spûtnîkê re li ser rewşa dawî ya xwepêşandanan axivî
Qeymeqamê Ranyayê Hîwa Qerenî Ebdullah rewşa dawî ya bajar û navçeyê ji Spûtnîk Kurdistanê re vegot.
DI XWEPÊŞANDANÊN ÎRO DE TI ZIYANEKE CANÎ Û MADÎ ÇÊNEBÛ
Qeymeqamê Ranyayê got,"Îro rewş hinekî baştir bû ji doh û dohî jî baştir bû ji pêr, lê îro jî piştî nîvro xwenîşandan li Ranyayê hebûn. Mixabin piştî demjimêr sisyê êvarî hinek girjî û alozî di nav bajar de çêbû, lê niha rewşa Ranyayê pir aram e û xwenîşandan jî bidawî bûye û hîç zirar û ziyaneke giyanî û madî çênebû."
© SPUTNIK/
Herêma Kurdistanê - Ranya - Silêmaniye - Xwepêşandan
‘DAXWAZIYÊN XWEPÊŞANDERAN LI ŞÛNA GIŞTÎ BIN NIHA BÛNE DAXWAZIYÊN KESATÎ'
Hîwa Qerenî Ebdullah li ser daxwaziyên xwenîşanderan ev agahî dan: "Di destpêkê de daxwaziyên wan mûçe û baştirkirina rewşa wan û dabînkirina xizmetkariyan bû, lê niha nûnerê wan nediyarin û daxwaziyên wan li cihê ku giştî be niha bûne daxwaziyên kesatî û dibêjn, ‘ev mal divê lêre nebe, ew mala ha nabe lêre be' û nûnerên xwenîşanderan diyar nîne ku em bizanîn ligel wan bicivin, serbarî wê yekê me gelek hewl daye lê xwenîşander ta niha qayîl nebûne."
QEYMEQAMÊ RANYAYÊ WIHA BERSIVA PIRSÊN ME DA:
Xwenîşander dixawazin ew hêza ku ketiye nava bajar derkeve bo çi dernakeve?
‘HÊZA PÊŞMERGE METIRSIYA ÊRÎŞÊN SER BAREGEHAN Û MILKÊN GIŞTÎ HEBE, DÊ BIMÎNE'
Ew hêz hatiye ji bo parastina rewşa bajar û xelkê, eger em bizanin ku xwenîşander êrîş nakin ser baregah û milkên giştî, yek demjimêra din ew hêz di nav bajar de namîne û wê derkeve, lê ta metirsiya êrîşa ser baregah û milkên giştî bimîne ew hêza pêşmerge jî wê bimîne ji bo ku rewşa aramiya xelkê biparêze.
© SPUTNIK/
Herêma Kurdistanê - Ranya - Silêmaniye - Xwepêşandan
Eger xwenîşandan berdewam bin, hikumeta herêma Kurdistanê wê çawa bersiv û reftarê ligel bike?
‘GER ÊRÎŞ NEKIN, EM PIŞTGIRIYA HEMÛ DAXWAZIYÊN WAN DIKIN'
Em dixwazin ku cemawerê Kurdistanê xwenîşandanên aram û şaristanî bike, êrîş neke ser baregahan û neşewitîne û milkên giştî wêran neke, em bi hemû awayekî piştgîrya daxwaziyên wan dikin di çarçoveya xwenîşandanên şaristanî de, lê eger xwenîşandan tenê êrîşkirin be, em jî neçarin rewşa bajar biparêzîn û nehêlin baregahan bişewitînin, mixabin ku ta niha li Ranyayê tev baregehên partiyên siyasî şewitandî ne û êrîş kirirne ser hin baregehên hikumetê lê ne şewitandine.
Heta niha di xwepêşandanan de çiqas qurbanî li Ranyayê çêbûne?
© SPUTNIK/
Herêma Kurdistanê - Ranya - Silêmaniye - Xwepêşandan
DI XWEPÊŞANDANÊN ÎRO 22YÊ MEHÊ DE TI ZIYAN ÇÊNEBÛN
Mixabin ji yekem roja destpêkirina xwenîşandanan û ta doh 2 şehîd hebûn û nêzî 80 birîndar ji xwenîşanderan û hêzên asayişê hebûn, lê îro xweşbextane me ti ziyan û zirar nebûn. Herwiha îro hin zanayên olî û kesatî û navdarên deverê hewl dan ligel malbatên herdu şehîdan û bihevre ligel aliyên hikumetê çareseriyek bibînin û daxwaziyên wan cîbicî bikin û ta niha ew hewl berdewam in.