Parlamenterên Yekîtiya Ewropa li ser Kurdistanê hişyariyê didin Ebadî
Hejmarek Parlemanterên Yekîtiya Ewrûpayê ji tevayiya fraksiyonên Parlemantoya Ewrûpayê nameyek arasteyî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirin. Dilgiranya xwe derbarê danîna dorpêç, girtina firokxaneyan û kêmkirna bûdceya herêma Kurdistanê derbirîn û daxwaz ji Ebadî kirin, bilez dest bi danûstandinan ligel herêma Kurdistanê bike.
Beriya niha hejmarek Parlemanterên Yekîtiya Ewrûpayê nameyek arasteyî Federîka Mogherînî berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê kiribûn û tê de daxwaza dariştina siyaseteke hevseng ya Yekîya Ewrûpayê beramber Iraqê û herêma Kurdistanê kiribûn. Herweha dîtina roleke zêdetir ji bo jihevnêzîkirina her dû aliyan.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgeyî di daxuyaniyekê de jibilî pêşwazîkirina li wê nameya parlamenterên Yekîtiya Ewropa, ragihand ku di dema borî de wan gelekî hewl daye ji bo ku Yekîtiya Ewropa zextê li Hikûmeta Iraqê bike û ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê.