top of page

YNK: Arşîva 300 salan hat şewitandin, yên ji welatê xwe hez dikin vê nakin

Li gor zanyariyên karbidestên Herêma Kurdistanê di xwepêşandanên doh 19ê Kanûnê de ku li navçeyên Koye û Teqeteqê hatin kirin de, ziyaneke pir mezin pêk hatiye ku Berpirsê YNKê yê li bajarê Koye dibêje, bi şewitandina avahiya qeymeqamiyê re arşîva 300 salan jî hatiye şewitandin.

© REUTERS/

Qaymeqame Qeledizê Babekir Bayiz ji ber fişara xwepêşandêran dest ji kar berda

Berpirsê Melbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê li Koyeyê Rehber Seyîd Îbrahîm di hevpeyvîneke digel Rûdawê de behsa ziyanên xwepêşandanên doh kir û wiha got:

'EW NE JI BAJARÊ XWE, NE JÎ JI WELATÊ XWE HEZ DIKIN'

"Hemû kar rawestiyane, bajarokê Teqteqê heta 50 salên din dê ava nebe û dê venegere ser rewşa xwe ya berê. Eger hikûmet gendel e, dê çawa hemû wan avahiyan ava bike? Gelek zirar dîtine, qayimeqamiya Koyeyê hate şewitandin û arşîva 300 salan li wê derê bû. Divê bi çi ramanê dibe bila bibe, ev tişt li gel me û xelkê Kurdistanê neyê kirin. Ew ne bajarê xwe hez dikin, ne jî welatê xwe hez dikin, gelek bêwijdanî vî karê nerewa dikin."

© REUTERS/

Encûmena Ewlekariya Kurdistanê: Divê xwenîşandan li dijî Bexdayê bin

'GELO HIKÛMET DÊ BI VÎ AWAYÎ MÛÇE BIDE?'

Berpirsê YNKê bal kişand ser ku Heşda Şeibî jî ev ziyan negihandine Herêma Kurdistanê û wiha dewam kir:

"Gelek mixabin duh alozî û tevliheviyeke mezin hebû, li hember saziyên hikûmî û partiyan gelek bêwijdanî tevgeriyan. Hetanî Heşda Şeibî jî vê yekê nekiriye. Muzexane hatin şewitandin. Tapo hatine şewitandin. Çandinî hatin şewitandin. Em nizanin bi vê yekê mebesta wan çi ye? Gelo hikûmet bi vê yekê dê mûçe bide? Tiştên ku ew dikin, rûxandin, şewitandin, wêrankirin û kavilkirina Kurdistanê ye. Mafê xwe bixwaze, lê çi karê te bi tapo, elektrîk û şaredariyê heye? Çima baregehan dişewitînin, gelo hêviya wan şewitandina baregehan e?"

'GORANÊ PLANA XWE BICIH ANÎ'

Rehber Seyîd Îbrahîm ji aloziya derketiye Tevgera Goran tometbar kir ku xelkê ji bo xwepêşandanê teşwîq dike û got: "Beriya niha civîn kiribûn û plana xwe danîbûn, me ji wan re got, her çi qas me ew agahdar kirin jî, lê bernameya xwe ya heyî cîbicî kirin."

© AP PHOTO/ YAHYA AHMED

Baregeha Tevgera Goranê hat şewitandin

'BEŞDARÊN XWEPÊŞANDANAN XELKÊ DEVERÊ NE'

Berpirsê YNKê da zanîn ku kesên beşdarên van xwepêşandanan xelkê deverê ne, lê ji ber nebûna disîplînê beşdariya kesên cur bi cur ber bi rêyeke şan ve çûne û li ser destpêka xwepêşandanên doh diyar kir, "Di destpêkê de baregeha YNKê hate şewitandin, piştre baregeha PDKê hate şewitandin, dû re Yekîtiya Jinan û baregehên rêxistinên demokratîk hatin şewitandin, beriya wê jî qayimeqamî hatibû şewitandin."

Sputnik Kurdistan

bottom of page