Hêzên Iraqê nêta wan a êrîşê heye û Pêşmerge di amadebaşiyê de ne
Rêveberê Giştî yê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Emîd Helgurd Hîkmet dibêje, hêzên Iraqê nêta wan heye ku êrîş bikin ser Hêzên Pêşmerge û ji bo wê yekê jî hêzeke mezin kom kirine, lê Hêzên Pêşmerge bi hemû awayekî di rewşa amadebaşiyê de ne.
Emîd Helgurd Hîkmet ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî hêzeke mezin li Mexmûrê kom kirine û nêta wan a êrîşê heye, lê Hêzên Pêşmerge jî bi hemû awayekî di rewşa amadebaşiyê de ne ji her bûyerekê re.”
Hîkmet wiha got: “Ti rêkeftinek di navbera hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge de tune ye û eger ew pêşde bên û êrîş bikin, emê bergiriyê bikin û em rê nadin wan pêşde bên. Ew dixwazin em vegerin hêla serdema rêjîma Beis, ku navê wê hêla 36 e.”
Hewlêr-KDP.info-