Wezareta xwendina bilind roja alaya Kurdistanê pîroz kir

di merasîmekê de û bi amadebûna rawêjkarê wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî û rêveber û karmendên wezareta xwendina bilind roja alaya Kurdistanê hate pîrozkirin.

Di merasîmê de Rawêjkarê wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî Dr.Kerîm Ebdûl gotarek pêşkêş kir û ragehand ku, îro, rojeke dîrokiye, ku, yekemîn car di 17.12.1945 de li bajarê Mihabadê alaya Kurdistanê tê bilindkirin, ev ala bo parçeyên din jî ên Kurdistanê bû silmola netewa gelê Kurd, ji wê rojê û heta îro, di bin vê alê de agirê şoreşa azadî û berxwedana gelê kurd pêket dijî dijminan.

Herwiha rawêjkarê wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî da zanîn ku, perlemana Kurdistanê jî di civîna xwe ya de roja 17.12.2009 d biryar da ku, her sal roja 17.12 roja alaya Kurdistanê were pîrozkirin.

BasNews