top of page

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê zimanê zordariyê qebûl nake..Referandum destkeft e

Dihok-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel kesayetiyêm civakî û rihsipiyên Devera Badînan civiya û di wê civînê de tekez ku Kurdistan ligel gotûbêj û danûstandinan e ji bo çareserkirina pirsgirêkan, lê di heman demê de gelê Kurdistanê zimanê zordariyê qebûl nake.

Îro Şemiya 16-12-2017 li bajarê Dihokê Serok Barzanî ligel kesayetiyên civakî û rihsipî û mamosteyên olî yên misilman û êzdî û xristiyan li Devera Badînan civiya.

Di wê civîna berfireh de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de spasiya xelkê serbilin û têkoşer ên Kurdistanê û Devera Badînan kir, ku bi xoragirî li pêşiya astengiyan rawestiyane û di şerê li dijî terorê de gelek qurbanî dane û herwiha di proseya referandumê de jî îrade û himet û hewlên xwe bi awayekî aştiyane û demokrat nîşanî hemû cîhanê dan.

Di gotara xwe de Serok Barzanî behsa referanduma Başûrê Kurdistanê kir û da zanîn ku destkefteke girîng a gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî got ku çavkaniya kêşeyên niha ne referandum e, lê belê çavkaniya kêşeyan heman çavkanî bû ku bû sedem gelê Kurdistanê biryarê bide referandumê bike.

Serok Barzanî behsa proseya siyasî ya Iraqê di salên borî de kir û got ku şeraket û karê hevbeş û lihevkirin hatiye binpêkirin û yên ku niha behsa destûr dikin, wan bi xwe destûr binpê kirine û ew in sedema vê rewşa xerab a Iraqê.

Her di wê gotarê de, Serok Barzanî behsa hûrgiliyên xiyaneta 16 Oktoberê kir û amaje kir bi helwêsta civaka navdewletî û karvedanên Bexdayê li hemberî referandumê.

Serok Barzanî herwiha tekez kir ku Kurdistan ligel gotûbêj û danûstandinan e, lê di heman demê de gelê Kurdistanê zimanê zordariyê qebûl nake. Serok Barzanî daxwaz kir hêvî û îradeya xelkê bihêz be û hemû serweriyên gelê Kurdistanê bi başî bên parastin, nexasim jî ferhenga pêkvejiyanê û canê birayetî û azadî û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de.

bottom of page