top of page

Rêberê Êzidiyan Baba Şêx xelata aştiyê stand

Osman Başqalî

Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan Baba Şêx, bi sedema hewlên bo ‘rêzgirtina li jinan û dijderketina tundiya li jinê di nav malê de’ hat xelatkirin.

Xelata Baba Şêx ji aliyê Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Ciburî ve li Parlamentoya Iraqê bi ahengeke fermî hat dayîn.

Di ahenga xelatdayînê de, nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sindoqa hevkariya bo xelkê Iraqê û nûnerên rêkxirawên nehikumî digel parlamentar û dîplomatkarên biyanî beşdarî kirin.

Rêberê Êzidiyan Baba Şêx xelata aşityê wergirt

‘BABA ŞÊX JI BER MÊRANÎ Û MERDIYA XWE HAT XELATKIRIN'

Derbarê xelata bo Baba Şêx de jêderekî ji nivîsîngeha serokê perlemana Iraqê ji Spûtnîk Kurdistan re ragihand, "Îro Baba şêx bi xelata aştiyê hate xelatkirin, ji ber helwestên wî yên mêranî û merdatiya wî di warê berpakirina aştiyê de û parastina biratiyê."

‘HAYA ME JI XELATKIRINÊ NÎNE'

Li ser mijara xelatdayînê, Spûtnîk Kurdistanê peywendî bi Berpirsê Pişka Ola Êzidî di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya girêdayî hikûmeta Kurdistanê, Xeyrî Bozanî kir.

Bozanî da xuya kirin ku ti agahiya wan ji wê xelatkirinê nîne û got, "Lê rola Baba Şêx xuyaye wek rêberê ola Ȇzidî li cîhanê."

Spunik KURDİSTAN

bottom of page