top of page

Rûdaw ji bo Derbendîxanê kampanya alîkariyê radigihîne


Derbendîxan (Rûdaw) – Tora Medyaya Rûdawê, di bin navê “Rûdawa Derbendîxanê” de, kampanyayeke komkirina alîkarî û hevkariyan ji bo ziyanpêkeftiyên erdheja Derbendîxanê radigihîne.

Helmeta Rûdawa Derbendîxanê, bi beşdarbûna berpirsên hikûmetê û bazirganan, îşev demjimêr 21:00ê şevê dest pê dike û heta demjimêr 23:00 berdewam dibe. Di dema helmetê de ji bo xelkê Derbendîxanê dê alîkarî were komkirin.

Hemwelatiyên navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê, niha ji ber metirsiya erdhej û paşlerzan li derveyî malên xwe dimînin. Li gorî amaren Rêveberiya Qeyranan, ji ber erdhejê li Derbendîxanê ziyan gihiştiye hezar û 500 xaniyan, 435 xanî nikarin werin bikaranîn û 5 xanî jî bi temamî hilweşiyane.

Niha Derbendîxan ji bajarekî avakirî zêdetir dişibe kampekî pir bi çadir. Zêdetirî mehekê bi ser erdhejê re derbas bûye lê tirsa dubarebûna erdhejê û derizîna xaniyan, nîştecihên navçeyê neçer kiriye di nava çadiran de bimînin.

Ji ber erdhejê bi giştî hemwelatiyên navçeyê û bi taybetî jî kesên xwedî pêwîstiyên taybet pir tirsiyane.

Peyman Enqwer yek ji wan hemwelatiyên xwedan pêwîstiyên taybet e, ku ji ber tirsa erdhejê, nikare tenê ji bo demjimêrekî jî here nav mala xwe.

Hemwelatiyên Derbendîxanê niha di nava rewşeke xirab a derûnî de dijîn. Tirs û guman bûye beşek ji jiyana wan. Lê li nexweşxaneyan pizîşkên derûnî nînin û derman jî peyda nabin.

Ji bo hemwelatiyên Derbendîxanê 12 hezar çadir pêwîst in lê heta niha tenê 410 çadir hatine dabeşkirin.

bottom of page