top of page

Nêçîrvan Barzanî:Herêma Kurdistanê destûra Iraqê weke bingeh bo çareserkirina pirsgirêkan dibîne

Di çarçoveya civîna xwe de li gel balyozê Çîkayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku, herêma Kurdistanê destûra Iraqê weke bingeh bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de dibîne, lê heta niha Bexda ti bersiv nedaye.

Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro, Pênşemê 14.12.2017 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Çekya yê li Iraqê û konsila wî welatî li herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de balyozê Çîkê mebesta serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê aşkere kir û ragihand, ku serdana wî, ji bo wê ykiekê ye ku ji nêz ve ji rewşa Herêma Kurdistanê û ji mekanîzmaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derbasbûna qeyranan agahdar bibin û herwiha li gel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive û piştre biçe serdana kampên awareyan.

Herwiha behsa kar û çalakiyên wan ên li Iraq û Herêma Kurdistanê û gihandina alîkariyan bi rêya rêxistinên taybet û bi hemahengiya li gel saziyên hikûmetê bo Herêma Kurdistanê anî ziman. Herwiha amadebûna welatê xwe jî ji bo alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cur bi cur de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serdan û alîkariyên Çekyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir û amaje bi sedemên derketina qeyranê kir û tekezî li ser wê yekê kir, ku tevî kêmbûna aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê, ti gotûbejeke ji bo çareserkirina pirsgirêkan tine ye û Herêma Kurdistanê jî Destûra Iraqê weke bingeheke ji bo çareserkirina pirsgirêkan dibîne.

Herwiha di wê civînê de jî danûstandin li ser rewşa Herêma Kurdistanê û berdewamiya hewldanên hikûmetê ji bo pêkanîna yekdengiya aliyên siyasî , çareserkirina pirsgirêkên navxweyî, çawaniya derbasbûna qeyranên aborî û siyasî, plana hikûmetê ji bo reformên di hemû sektoran de û bihêzkirina saziyan axivî

BasNews

bottom of page