Kurdistan her ava dibe û welatên Îraq û Sûriye namînin

December 15, 2017

Michael Hayden dibêje vê Kurdistanê were avakirin.

Serokê CIAyê yê berê Michael Hayden diyar kir ku dewletên bi navê Iraq û Sûriyê nemane û wê rewşên nû derkevin holê.

Serokê Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) yê berê Michael Hayden li Washgintonê axivî. Hayden li ser rewşa Rojhilata Navîn got, “Êdî dewletên bi navên Iraq û Sûriyê nemane û nasnameya wan a dewletbûnê li paş ma. Li van deveran wê pêkhteyên nû derkevin holê û yek ji van jî Kurdistana Xweser e.”

Hayden diyar kir ku ew spasiya Kurdan dikin û wiha got,  "Kurdistan xweser wê ava bibe û divê Amerîka ji bo pêşeroja Kurdan bi Tirkiyê re bikeve diyalogê."

KURDİSTAN

 

Please reload