Çar keçên din yên Êzidî hatin rizgar kirin

Îro çar keçên din yên Êzidî ji destê terorîstên DIŞIê hatin rizgarkirin.

Di vê derbarê de berpirsê navenda rizgar kirina Êzidiyên di destê DIŞIê de, Husên Qaêdî diyar kir ku di çarçoveya hewldanên heyî yên bo rizgar kirina Êzidiyên di destê terorîstên DIŞIê de, îro li Sûriyayê çar keçên din yên Êzidî ji destê terorîstên DIŞIê hatin rizgarkirin.

Qaêdî diyar kir ku ew her çar keçên hatine rizgarkirin xelkê, Tilbenat, Koço, Sînonê û Girzerek ser bi Şingalêne û her îro radestî kesûkarên xwe hatine kirin.

KURDİSTAN