Serok Barzanî Cejna Rojiyê li Kurdên Êzdî pîroz kir
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de Cejna Rojiyê li tevahiya xuşk û birayên Kurdên Êzdî pîroz kir.
Ev tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya hatina Cejna Rojiyê ya Êzdiyan, ez pîrozbahiyeke gerim pêşkêşî hemû xuşk û birayên Kurdên Êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdar im ev cejin bibe sedama xêr û xweşiyê bo xuşk û birayên Kurdên Êzdî, ku bi xêr û xweşî û kameranî cejnên xwe pîroz bikin.
Mesûd Barzanî
14-12-2017”