top of page

JI ZARÛKÊN KURMAC RE

JI ZARÛKÊN KURMAC RE

Ne zalim bin, ne mezlûm bin Tev xwendekar, hûn âlim bin

Ne cahil bin, gişt ..Baqil bin Hemî şad bê derd û kul bin

Herdem bidad û âdil bin Wek lîlozan mîna gul bin

Derneyên j' Hiqûqa Xwedê Nedin xwarin: Renc û kedê

Bixwînin ..Wekî ..Bilbilan Dûr bin ji: ,,Pût û taxûtan

Pût û taxût ne rewa nin Herdu jî rind eşkera nin

Hem şîrk û hem jî heram in Bela ...Serê ... Mu'mînan in

Li gel zaliman cih negrin Li ba mezlûman cî bigrin

Divê hûn pir ji hev hez kin Gund û bajaran bi rez kin

Wekî şêran hemî: ,, Yek bin Jinxas û mêrxas bi çek bin

Bi hev ra mekin xiyanet Qetlîâm e, wek cinayet

Hûn qedrê hev rind bizanin Kî nezan be, ew ... Xizan in

Xwedî soz, peyman û bext bin Serok ...û... Rêberê ...Text bin

Hazir bin li benda ..Wextê Ger bext hebe textê we tê

Zanyar û... pir şareza bin Xwediyê bax û werza bin

Pispor û rênas bin hemî Rêzan û hişyar herdem î

Eger hûn xortên xwenas in Dost ..û...Dijminan binasin

Fêhlbaz bi dolab û dek in Hûn jî wekî me nexapin

Hûn rabin ey xortên zana Çêkin meclîs ..û.. dîwana

Rind binasin: ,,Bêwijdana Sitemkar ...û..: ,,Bêîmana

Wan li me ..Rakirin: ,,Xela Anîn qira ..Şêx ...û...Mela

Bêjin bes e! Ev zilm û zor Ya Reb! Tu bînî wan jî dor

Welat ji xwînê kirin ...Sor Di ser da we dibînin ..Xor

Ji: ,,Hevalên we pir: Kuşt in Hêsrê çavên me: Lêmişt in

Heq û mafê we tev xwarin Ne bira nin: ,,Tev ..Neyar in

Hîna dibên: ,,Em bira nin Wekî: ,,Gurê nav birra nin

Nêr mînanî: ,,Koremar in Mê ..Fenanî: ,,Tîremar in

Ti wext ji wan: ,,Îna nekin Der û dorê wan: ,,Xefik in

Rom, 'Ereb û 'Ecem Yek in Gelo çima em: ,,Ne Yek in?

Divê: ,,Hifza xwe jê bikin Lê ti wext minet jê nekin

Berê ...xwe ...Bidin: ,,Oxirê Pişta xwe ...Bidin: ,,Felekê

Li gerdûnê nemîn: ,,Bêwar Divê we pir bin: Dost û Yar

Ma heta ...Kengê: ,,Koletî? Nîfaq .. û... ev: ,,Bêrûmetî!

Lewma ji bona: Serxwebûn Li ser me: ,,Wacib e Yekbûn

Li gor: ,,Ayetên ... Furqanê Ez sond dixum bi: ,Qur'anê

Azadî li ser ...Me: ,,Ferz e Ji bo ... Parastina: ,,'Erz e

Merivên ku serbest nejîn! Ew her wextê: ,,Kole dijîn

Kole ..hemî: ,,Bêqîmet in ! Ne: ,,Îman û.. ne: ,,Xîret in

Bêxîret ..tev: ,,La Omet in Wekî: ,,Beraz ..bêrûmet in

Divê hûn ...Werin: ,,Xîretê Ji bo: ,,Îman û ... Rûmetê

Ji bona serxwebûna xwe Bistînin hemî mafên xwe

Li gor Hedîs ...û... Ayetê Fermana: ,,Şahê qudretê

Ev: ,,Ziman û hebûna me Li gel Mafê Gerdûna me

Helal ... wek: ,,Şîrê Diya me Çima zalim maf nadin me?

Dad ..û.. Hiqûqa wan nîn e Qetl ..û.. Qîtal: ,,Rewa dîne

Nameşin di: ,,Riya Xwedê! Dûr bin ji: ,,Îblîs guh medê

Divê hûn rind: ,Hiqûqnas bin Wekî Çerkez tev mêrxas bin

Hûn li gerdûnê ... Gernas bin Neslek paqij wek zêr xas bin

Hûn dilnizm bin wekî 'erdê Heta ..ku.. herin: ,,Merqedê

Kî dilnizm be ..Bilind dibe Wekî heyva li ser gund be

Bila ... Keda we ... Helal be Wek ...Şîrê Dayê ...Delal be

Bejn ..û.. bala dirêj qam be Ol ...û... Bawerî ...Îslam be.

Evdirehîmê Mûşî 05.12.2017

bottom of page