Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da

December 13, 2017

SPUTNIK/ SERTAC KAYAR

 

Ji dadgehê bo berdevkê HDPê Baydemir biryara zeftkirinê

Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir di axaftina xwe ya hevdîtinên budceya salê ya meclisê de got: "Ez wekî ewladekî kurdan, wekî nûnerekî ku ji Kurdistanê hatime daxwaza min ev e ku meclis ji bo kurd û tirkan bibe cihekî hevpar." Axaftina Baydemir li meclisê bû sedema nîqaşan.

 

'KURDISTAN KU DER E?'

Li gorî nûçeya CNN Turkê, Wekîla Serokê Meclisa Tirkiyeyê Ayşenur Bahçekapili ji Osman Baydemir pirsî Kurdistan ku der e? Baydemir destê xwe bire ser dilê xwe û got: "Kurdistan di vir de ye."

Bahçekapili bertek nîşanî bersiva Osman Baydemir da û got: "Tu ne parlamenterê Kurdistanê yî, tu parlamenterê Rihayê yî."

 

 

 

Please reload