Netanyahu: Ez ne ewim ku ji Erdogan hînî exlaqê bibim
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di nava wan du rojên derbasbûyî de rexne li Îsraîl û dewleta Îsraîlê kiribû û ji dewleta Îsraîlê re gotibû ew dewleteke dagîrker û terorîstiye.
Di vê çarçoveyê de îro Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di dema serdana xwe ya bo Ewrûpayê de, çû serdana Parîsê û li gel Serokê Franseyê civiya.
Piştî civînê presskonferanseke hevbeş lidar xistin û di presskonferansa han de Netanyahu gotarek pêşkêş kir û rexneyên gelek tund li Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan kir û got: Ez weke Benjamîn Netanyahu û weke Serokwezîrê Îsraîlê ne ew kesim ku ji Erdoganê ku gundên Kurdistanê bordiman dike hînî exlaqê bibim.
Netanyahu herwiha diyar kir ku min pêdivî bi zaniyariyên Erdoganê ku piştgîriya Îranê dike, Rojnamewanan dixe girtîgehê û piştgîriya Hemasê dike, nîne.
KURDİSTAN