Pûtîn roja duşemê serdana Enqereyê dike

Li gorî daxuyaniyên Serokkomariya Tirkiyeyê û yên Kremlinê, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê roja duşema 11 Berfanberê serdana Enqereyê bike daku mijarên herêmê û dualî gotûbêj bike.

Erdogan û Pûtîn bi telefonê derbarê Qûdsê de axivîn

Serokkomariya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand: Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê birêz Vladîmîr Pûtîn dê li ser vexwendina Serokkomarê me birêz Recep Tayyip Erdogan 11ê Berfanbera 2017an serdana welatê me bike. Serokkomarê me û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê li Enqereyê bicivin û tê pêşbînkirin ku herdû serok li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsya û herwiha di serî de mijara Qudsê, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û mijarên navneteweyî û herêmî de biaxivin."

Ji aliyê din ve, Kremlinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Pûtîn di serdana xwe ya karî ya 11ê Berfanberê de dê li gel Erdoganî projeyên di qada enerjiyê de û hevkariya dualî gotûbêj bike.

Herwiha Kremlinê di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku herdû serok dê li ser qeyrana Sûriyeyê, rewşa Rojhilata Navîn û kêşeyên navneteweyî jî biaxivin.

ÎSAL EV CIVÎNA 7EM E

Di 22ê Mijdara borî de herdû serok li gel Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li bajarê Soçiyê civiyabûn û bi vê civînê re dê bibe cara 7em ku Erdogan û Pûtîn di yeksalê de dicivin. salê de dicivin.

SputnikKurdistan