Amerîka: Ger Rûsya dawî li binpêkirinên xwe neyîne em dê bergiriyê bikin
Rûsya: Amerîka her ku diçe dûrê mantiq dikeve
Wezareta Derve ya Amerîkayê di salvegera 30emîn ya Rêkeftina Moşekên Menzîlkurt û menzîlnavîn de daxuyaniyek da.
Wezaretê ragihand ku ew dê hewl bidin Rûsyayê qanî bikin û wiha pê de çû, "Em hewl didin ku Rûsya qanî bibe lê ji aliyê din ve jî dê Washington ji binpêkirinên Moskowayê re bêdeng nemîne. Em dê hewl bidin çareseriyeke dîplomatîk bibînin lê ji bo ku em Rûsyayê qanî bikin em dê bergiriyên darayî û lşkerî jî di ber çavan re derbas bikin."
Ji hêla din ve Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihandibû ku Rûsyayê Rêkeftina Moşekên Menzîlkurt û Menzîlnavîn binpê nekiriye û lewra niyeta wan tune ye ku hevpeymanya navborî xira bikin.
SputnikKurdistan