Li Orşelîmê rewş aloz e!

December 8, 2017

Li Orşelîm, Xeze û Şeriaya rojava îro xwepêşandanên girseyî pêk tên û tê ragihandin ku rewşa herêmê gelek aloz e û di navbera xwepêşander û leşkerên Îsraîlê de pevçûnên dijwar rû didin.

Piştî ku Serokê DYAyê Donald Trump, Orşelîm (Quds) weke paytexta Îsraîlê ragihand, Hamasê îro weke ‘Roja Hêrs’ê îlan kiribû û bang li xelkê kiribû ku dakevin qadan.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin piştî nimêja Înê xwepêşandan tên lidarxistin û di navbera filîstînî û hêzên Îsraîlî de pevçûnên dijwar rû didin. Tê diyarkirin ku rewşa herêmê gelek aloz e û tê çaverêkirin ku protesto û bûyerên li herêmê belav û berfireh bibin.

BasNews

 

Please reload