Scotlanda perwerdeya leşkerî dide hêzên pêşmerge
Fermandarê leşkerî yê Scotlandê Kiven Conway ragihand, ew şêwirmendên leşkerî şeş mehan li Herêma Kurdistanê dimînin û rahênanê bi hêza Pêşmerge dikin.
Li gor malpera “Forces” a Scotlandî, baregeha wê şêwirmendên leşkerî li Herêma Kurdistanê dibe û ta Havîna sala 2018an dimînin.
Li gor daxuyaniyên berpirsên Wezareta Pêşmerge, Hevpeymaniya Navdewletî piştgîriya hewlên wan a dubare rêkxistina hêzên Pêşmerge dike û piştevaniya darayî jî ji wê wezaretê re dike.
Di meha Mijdara bûrî de û li gor budceya salane ya Kongressa Amerîkî, îsal piştevaniya darayî ji hêza Pêşmerge re terxan kiriye û birê 365 milyon Dolar ji bo rahênankirin û biçekirina Pêşmerge bêyî vegera ji Bexdayê re diyar kiriye.
KURDİSTAN